Saziya Mafê Mirovan ya Îranê têkildarî rewşa girtiyên siyasî ya li Girtîgeha Qizilhesarê agahî da.
Saziya Mafê Mirovan ya Îranê ragihand ku rewşa girtiyên siyasî ya li Girtîgeha Qizilhesarê di xeteriyê de ne û çarenûsa 19 girtiyan nediyare.
Hate ragihandin ku li girtîgehê nirxên kelûpelên jiyanî pir biha bûne. Hate ragihandin ku her hefteyê ji bo pêwîstiyên girtiyekê divê 7 milyon tumen heye û neçar tê kirin ku girtî bi xwe pêwîstiyên xwe bikirin.
Saziyê hişyarî da ku rewşa girtiyan pir girane, rêveberên girtîgehê êşkence li girtiyan dikin û rê nadin ku bi malbatên xwe re baxivin û pêwîstiyên wan tên sînordarkirin.